Ji bo rêgirtina li meşa HDPê deriyên 9 parêzgehan hatin girtin

Li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê qedexeya çalakî û daxistina deriyan bo rêgirtin li meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo dema sê rojan, hat ragihandin.
Roja 4ê Hezîrana 2020ê, Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven û Parlamenter Mûsa Farisogullari bi piraniya dengên her du fraksyonên AK Partî û MHPê parlamenteriya wan hat betalkirin. HDP jî bi armanca pêşandana nerazîbûnê biryara meşa seranserî da.
HDP dixwaze sibê ji du cihan dest bi meşê bike. Ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê û ji bajarê Edirneya Tirkiyê bikevin rê heta digihin Enqerê. Hikûmeta Tirkiyê jî dijî HDPê, deriyên sînorê çûn û hatinê û qedexeya çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana çadir û standan li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê ragihand daku astengê li ber beşê başûrê meşê çêbike.
Bi heman awayî li parêzgehên Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê jî ku beşê bakurê meşê ye asteng ji HDPê re çêkiriye, hevdem li parêzgehên Kocaelî û Şirnexê qedexe bo dema 15 rojan berdewam dibe, berevajiya bajarên din ku tenê 3 roj dibe.
Sedema rêgirtinê jî bi parastina asayîşa navçeyan û parastina tendirûstiya giştî ve hatiye girêdan. Qedexeya çalakiyan û daxistina deriyên parêzgehan, îro Yekşemê (14.06.2020) destpê kir û heta (16.06.2020) berdewam dibe.
RÛDAW