Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn

Der barê polis Mûstafa Û. ku dema qedexeyên derketina derve li navçeya Farqînê çek kiribû serê rojnameber Serhat Yuce, bi daxwaza 5 sal ceza doz hat vekirin.
Di 4'ê Cotmehat 2015'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Farqîn a Amedê, polisê bi navê Mûstafa Û. çek kiribû serê nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin û gef lê xwaribû. Lêpirsîna ku derbarê vî polisî de dihat meşandin, piştî 4 salan temam bû. Angaştnameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Farqînê ve hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Sizayê ya Esliyeyê ya Farqînê ve hat qebûlkirin. JI BO BELAVKIRINÊ ÇEK XISTIYE SERÎ Di angaştnameyê de hatiye destnîşankirin ku lêpirsîn li ser gilîkirina parêzerên rojnameger Yuce hatiye destpêkirin. Di angaştnameyê de îfadeya polisê bersûc Mûstafa Û. jî cih digire. Bersûc, di îfadeya xwe de angaşt kiriye ku derbarê qedexeya derketina derve de Yûce hişyar kiriye, lê Yuce guhe nedaya hişyariya wî û di kêliya ku ji bo belavkirina girseyê çeka xwe derxistiye Yuce bi ser wî de hatiye. DESTÛRA PIŞTÎ 4 SALAN Di angaştnameyê de hatiye diyarkirin ku Qaymeqamiya Farqînê, di 22'ê Mijdara 2019'an de destûra lêpirsînê daye û bi sûcdariya "Gef xwarina bi çekê" ji 2 salan heta 5 salan ceza ji bersûc Mûstafa Û. re hatiye xwestin. Daneşîna yekemîn a dozê dê di 10'ê Sibatê de li Dadgeha Sizayê ya Esliyeyê ya Farqînê bê dîtin. MA / Aydin Atay