top of page

Ji ber dorpêça Amerîka li ser Îranê beşek ji deverên Kurdistanî di tariyê de dimînin


Berpirsekî elektirîkê li devereka Kurdistanî ya li derveyî Herêma Kurdistanê dibêje, eger ew elektirîka Iraqê ya ji Îranê tê, were qutkirin, beşk mezin ji deverên Kurdistanî dê di tariyê de bimînin.

Iraq beşek ji elektirîka xwe ji Îranê dikirre. Lê Amerîka tenê mehek mohlet daye Iraqê ku elektirîk û gazê ji Îranê bikirre.

Li ser vê mijarê, berpirsê elektirîka bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê, ku devereka Kurdistanî ya li derveyî Herêma Kurdistanê ye, Ehmed Mihemed ji BasNewsê re got, beşek mezin ji elektîrka bajarê Xaneqînê û beşek mezin ji deverên Kurdistanî yên parêzgeha Diyale ji Îranê tê.

Ehmed Mihemed her wiha got, eger elektirîka han were qutkirin wê çaxê elektirîka wan dê gelekî kêm bibe û hinek dever jî dê di tariyê de bimînin.

BasNews

bottom of page