top of page

Hunermend Ceifer Mamlê koça dawîyê kir


Şava burî, hunermend Ceifer Mamlê di temenê 79 salîyê de, li bajarê Mehabadê, li rojhelata Kurdistanê çû ber dilovanîya xwedayê mezin û koça dawîyê kir.

Ceifer Mamlê, birayê hunermendê koçkirî yê navdarê Kurd, Mehemed Malê ye û kurê herî biçûkê Seîd Mamlê bû.  Li 13/10/1941 li bajarê Mehabadê li rojhelata Kurdistanê ji dayîk bûye, di zaroyînîya wî de bavê wî koça dawîyê kirîye.

Ceifer Mamlê, wek endamên din yên malbata wî, çend salan xizmeta hunera Kurdî kirine ji zaroyînîya xwe ve li ser keltura Kurdî rahatibû û di xwîndingeha bavê xwe, Seîd Mamlê fêrî waneyên stirînê bûye. Heya birayê wî yê mezin, Mehemed Mamlê di jîyanê de mabû, Ceifer bi awayeke fermî nedistirî û xwe têkelî huner nedikir.

Li sala 1992 li gel hinek hunermendên  başûra Kurdistanê, berhemê ( Firmêskî Şew- Hêsrên Şevê) li bajarî Mehabadê tomar kir. Li 1995 di salvegera helbestavn Wefayî de kir ku li bajarê Mehabadê birêve çû û bi gotina helbestê Wefayî û sriranan pêşwazîyeke gelek mezin ji wî hat kirin. Li 1999 ji alîyê Komele ya Kultorê Kurdî hat banghêştkirin bo Siwêdê û dûv re li çend bajarên din li wî welatî konsêrt encamdan . Herweha li başûr û rojhelata Kurdistanê konsêrt encam dayîne.

K24

bottom of page