top of page

Hunermendên Kurd banga yekîtiya netewî dikin


Hejmareke hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê weke hunermendê diyar yê Kurdistanî Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Wirya Ehmed û hejmarek ji hunermendên din yên naskirî û xwedî rol, platformek ji bo yekîtiya netewî dane destpêkirin û niha jî li bajarên Kurdistanê bi civîn û bernameyan, dixwazin piştevaniyeke zêdetir peyda bikin.

Sala ku hunermendê Efrînê Xelîl Xemgîn di 1957an de ji dayik dibe, yekem partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî tê avakirin. Lê Xemgîn mezin dibe û bi temenê wî re, hejmara partiyan zêde dibe û barê Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî tevî zordariya li ser wan, giran dibe.

Niha ew ligel hevkarên xwe yên hunermend, dixwazin dûrî hizbîtiyê yekîtiya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê ava bikin û zextê jî li aliyên siyasî bikin, ku yekrêziya xwe biparêzin, bi taybet jî, niha bajarê zaroktî û xewnên wî, di destê xerîban de ye û bindest e.

Xelîl Xemgîn ji Rûdaw re dibêje, nabe ew Efrînê ji bîr bikin û divê hewleke mezin ji bo yekrêziya hunermend û aliyên Kurdî bê dayîn.

Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê hişt ku hunermendên Kurd li Ewropayê yekem civîna xwe lidar bixin,  Silêmaniyê û piştre li Hewlêrê  civînên wan berdewam bûn, armanca wan yekîtiyeke Kurdî ye, bê vê yekîtiyê jî, dê Kurd nikaribin çarenivîsa xwe û xewna bav û kalên xwe bicî bikin.

Diyar Dêrsimî jî eşkere dike, ku niha Kurd tevî bajar, gund û malên xwe têne talankirin, lewma divê yekrêziyek were avakirin, eger na, heta 100 salên din, dê Kurd nikaribin li ser lingên xwe rawestin.

Hunermendê diyar yê Başûrê Kurdistanê Wirya Ehmed ku 50 salan xizmeta hunera Kurdî dike tekez dike, êdî divê aliyê siyasî hisab ji hunermendan re bikin û li dengê wan guhdar bikin, ji ber ku ev hunermend di rojên zehemet û giran de, dengê zelal yê gelê xwe bûn.

Wirya Ehmed jî ku hunermendekî Başûrê Kurdistanê tekez dike, ku êdî divê ji niha û pê de, aliyên siyasî hesab ji miletê Kurd bikin û li deng û helwesta wan jî guhdarî bikin.

Biryare 23 vê mehê, li Stokhulmê civîna huermendên her çar parçeyên Kurdistanê berdewam bike, her ku diçe, bazine û hejmara wan zêde dibe û armanca wan jî mezin dibe.

RÛDAW

bottom of page