top of page

Hizba Demokrata Kurdistanê radestkirina Mistefa Selîmî şermezar dike


Di zelalkirinekê de, ku Mekteba Sîyasîya Hizba Demokrata Kurdistanê derxistîye û wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, ew Hizib, radestkirina Mistefa Selîmî bi hêzên Îranê şermerzar dike.

Di wê zelalkirinê de hatîye: Wek hemû haydarin, Mistefa Selîmî, berê bi tuhmeta çalakîyan dijî komara Îslamî û endamînîya Hizbeka Kurdî ya dijberê rijêmê, sizaya sêdaredanê bi ser wî re hatibû sepandin. Piştî 17 salan di zîndê mabû û berê sipêdeyê roja Şembîyê, 11yê evê mehê, hate li sêdaredan.

Herweha hatîye: Mistefa Selîmî roja 27ê meha bûrî, piştî belavbûna nexweşîya Koronayê li gel dehan zîdnanîyên din ji zîndanê revîyan û hinek ji wan bi rêyên cuda careka din hetin girtin yan radestê navenda ewlekarîya rijmê hatin kirin, ku Mistefa Selîmî yek ji wan bû û piştî xwe gehandîye sinûrên Herêma Kurdistanê, wek dihête gotin  û dibêjin radestê Komara Îslamî ya Îranê hatîye kirin.

Hizba Demokrata Kurdistanê tevî piştrastkirina gehiştina Selîmî bo sinûrê Herêma Kurdistanê, ragehandîye jî,  Hizaba Demokrata Kurdistanê radestkirin û sêderdana evî zîndanîyê sîyasî şermezar dike û biryara hikumeta Herêma Kurdistanê bo pêkanîna komîteyeka dûvçûnê û derxistina rastîyên evê bûyerê bi biryareka yasayî û berpirsane dizane.

Ew hizba Rojehelata Kurdistanê hêvî xwaztîye, ew komîte bi zûtirîn dem bigehe encamekê û rastîyan bixe berçavan. Derbarê vê yekê jî, di zelakirinê de hatîye, Hizba Demokrata Kurdistanê hêvîdare dûvçûna hikumeta Herêma Kurdistanê û karê evê komîteya taybet bizûtirîn bigehe encamekê û encam jî bihêne ragehandin û hemû xelik ji rastîyên evê bûyerê bihên haydarkirin.

Di dawî yê de hatîye, hevdem careka din tevî destxweşîyê li hikumeta Herêma Kurdistanê bo pêkanîna komîteya derxistina rastîyan, em li benda wê yekê ne ku pirsyar û nîgeranîyên xelkî li tevaya beşên Kurdistanê bê bersiv nemîn in.

K24

bottom of page