top of page

Hikûmeta Kurdistanê kareke gelek giring kiriye


Nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê îro eşkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê di warê rûbirû bûna Koronayê de kareke gelek giring û bêhempa kiriye.

Nunera Sekreterê NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di preskonferanseke hevbeş de li gel wezîrê tendirostî yê Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî eşkere kir ku pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê yên li hember Koronayê gelek giring û erênî bûne û hikûmet di vê warê de kareke bêhempa kiriye.

Nav hatî eşkere kir ku rûbirû bûna Koronayê netenê karê hikûmetê belku karê tevahiya aliyên têkildar û tevahiya takane.

Vê diyar kir ku mixabin hîn jî li cîhanê Korona didome û rojbiroj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin û kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin zêde dibe.

N: E. G

KTV

bottom of page