Hikûmeta Kurdistanê: Em daxwaz ji Tirkiyê dikin rêz li xaka me bigire

Li Şêladiz û Kanî Masê îro di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de 5 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyê de wan êrişên Tirkiyê şermezar dike û daxwaz ji Tirkiyê dike rêz li xaka Herêma Kurdistanê bigire.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êriş, şehîdkirin û ziyangihandina bi hemwelatiyan şermezar dike her ji aliyê kê ve û bi çi sedemekê hatibin encamdan.
Di daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê de hatiye gotin, “Em daxwaz ji Komara Tirkiyê dikin rêz li serweriya xak û niştimanê me bigire û PKK jî pêwîst e wan navçeyan vala bike ku êdî nebe sedema aloziyan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, ew naxwazin li nav xaka Başûrê Kurdistanê êrişî ti aliyekê bê kirin û hatiye tekezkirin ku Hikûmeta Kurdistanê “xwazyarê peywendiyên dostane ye li gel welatên cîran.”
Hevdem Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê bo birîndaran xwest.
Di encama bombebarana balafirên cengî yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê 5 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn.
Nasir Elî, Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê ragihand di bombebaranên Tirkiyê de, 4 kes ji wan hemwelatiyên sivîl li sînorê Şêladizê û kesekê jî li sînorê Kanî Masê canê xwe ji dest daye.
RÛDAW