Hikûmeta Almanyayê rênimayiyên koronayê bi Kurdî belav kirin

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Almanyayê rênimayên xweparastina ji vîrusa koronaya nû (COVID-19) bi zimanê Kurdî jî belav kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Almanyayê bi biryareke nû, rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê, bi zimanê Kurdî jî belav kirin.
Ev yek di demekê de ye ku Wezareta Tendirustiya Federal a Almanyayê, beriya 10 rojan rênimayên xweparastina ji vîrusa koronayê bi 18 zimanan belav kiribûn lê Kurdî di nav wan zimanan de nebû.
Mehmet Tanriverdî, Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê, derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku belavnekirina rênimayiyên bi Kurdî ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve rastî nerazîbûneke mezin hat di nav civaka Kurdî ya li wî welatî de.
Mehmet Tanriverdî diyar kir ku wan jî li ser vê mijarê peywendî li gel Wezareta Tendirustiyê pêk anî û nerazîbûna civaka Kurd gihandin berpirsên hikûmeta Almanî ku pêwîst e ew rênimayiyên koronayê bi zimanê Kurdî jî bên belavkirin ku nêzikî 1.5 milyon Kurd li vî welatî dijîn.
Her di berdewamiya gotinên xwe de, Tanriverdî diyar kir, wan ji berpirsên hikûmeta Almanyayê re ragihandine, di demekê cih dane hinek zimanan ku rêjeya wan gelek kêm e li Almanyayê, lê zimanê neteweke mezin ku li Almanyayê di rêza sêyem de ye cih pê nehatiye dayîn û divê rênimayî bi Kurdî jî bên belavkirin.
Herwiha piştî vê nerazîbûna civaka Kurdî, Wezareta Tendirustiya Federal a Almanyayê, bi zimanê Kurdî jî rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê belav kirin.
Mehmet Tanriverdî li hejmara xwe ya Twîtterê jî amaje bi vê mijarê kiriye û belav kiriye ku mafê Kurdan e rênimayî bi zimanê Kurdî jî bên belavkirin.
Tanriverdî aşkere kir jî ku ew çaverê ne, Wezareta Entegrasyonê jî rênimayiyan bi zimanê Kurdî belav bike.
RÛDAW