top of page

Hikûmeta Îtalyayê 16 milyon kesan dixe karantînayê


Hikûmeta Îtalyayê ji ber vîrusa Koronayê herêmekê li bakurê welat bi tevahî girt û bi vî awayî 16 milyon kes ketin bi bin karantînayê.

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ragihand ku herêma Lombardy û 14 parêzgahên din ên welat ji ber Koronayê ‎hatine girtin û bi vî awayî jî li wan bajaran 16 milyon kes hatine kerentînekirin.‎

Serokwezîrê Îtalyayê Conte diyar kir ku ji roja Yekşemê ve herêma Lombardy û 14 ‎parêzgahên din ên welat ji ber Koronayê bi tevahî tên girtin û ji navçeyên derveyî xwe tên qutkirin.‎

Conte da zanîn ku biryar ji roja Yekşemê ve tê cîbicîhkirin û bi kêmanî heta 3 Nîsanê berdewam dibe. ‎Ev biryara hikûmeta Îtalyayê di demekê de ye ku heta niha 5 hezar 883 kes li Îtalyayê bi vîrûsa Koronayê ‎ketine, 233 kesan canê xwe ji dest dane û 589 kes jî baş bûne.

RÛDAW

bottom of page