Hevserokên nû yên PYDê diyar bûn

Di kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
8emîn Kongreya PYD duh Duşemê 24ê Sibatê bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em dê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê dest pê kir û îro jî berdewam kir.
Di kongreyê ku tê de 600 delegeyên partiyê amade bûn Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
Enwer Muslim an bi navê xwe yê temamî Enwer Mihemed Fayiq Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî jidayîk bûye û li bajarê Helebê beşa hiqûqê qedandiye û di sala 2005an de, xwe di Sendîqeya Parêzeran a Helebê de tomar kir û beşdarî xebatên mafên mirovan bûye.
Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê Enwer Muslim wekî Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî hate hilbijartin.
Eyşe Hiso di 7ê Gulana 1978an de li gundê Şêx Xurzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bûye. Astên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî li bajarê Helebê xwendiye.
Eyşe Hiso yeke tevlî PYDê û û piştre xebatên xwe di Tevgera Civaka Demokratîk de domand.
RÛDAW