top of page

Hevserokên nû yên HDPê diyar bûn


Kongreya Çarem a HDPê îro birêve çû û hevserokên nû yên wê partiyêhatin hilbijartin.

Di kongreya çarem a HDPê de ku îro li Enqerê hat lidarxistin, Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi 836 dengan wek Hevserokê HDPê hatin hilbijartin.

Di kongreya çarem a HDPê de ku îro li Enqerê hat lidarxistin, Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi 836 dengan wek Hevserokê HDPê hatin hilbijartin.

Herwiha di encama dengdanê de endamên Meclîsa Partiyê, Komîteya Dîsîplîna Navendî û komîteyên din ên ser bi wê partiyê ve hatin hilbijartin.

Hevserokê nû yê HDPê Mîthat Sancar berî destpêkirina dengdana bo hilbijartina hevserokan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û amadebûna partiya xwe ragihand ji bo 'çareseriya pirsa Kurd û pêkanîna aştî û aramiyê'.

Mîthat Sancar di gotara xwe de HDP weke ‘partiya hêviyê’ pênase kir û got ku HDPê vê hêviya xwe jî ji ‘kesên li ber xwe didin û evîdnarên azadiyê ne’ werdigire.

Mîthat Sancar got jî, “Niha dema wê ye em destkevtên xwe ava bikin. Ji bo avakirina demokrasî, azadî, aştî û dadweriyê dem hatiye.”

Hevserokê nû yê HDPê di gotara xwe de bang li partiyên siyasî û hikûmetê jî kir û amadebûna HDPê bo aştiyê ragihand û got, “Ji pêwîst be em dê bikin, eger pwêsîtî bi berdêlê hebe em amade ne. Ji bo aştiyê kesek gavekê biaêvije, em amade ne bi kîlometreyan biçin.

Mîthat Sancar herwiha amaje bi rewşa Rêbeberê PKKê Abdullah Ocalan kir ku niha li Îmraliyê girtî ye û got, “Deriyên Îmraliyê vekin ku deriyê aşiyê vebe. Eger rêya aştiyê vebe, Ocalan dê girîngtirîn rolê bigire.”

Herwiha Mîthat Sancar amaje bi rêkevtina Dolmabahçe kir ku di dema proseya aştiyê de ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû encamdan û bang li hikûmetê kir ku eger ew rêkevtinek din jî bixwazin ew amade ne.

Mîthat Sancar got jî di mijara pêkanîna aştî û çareseriyê de ew amade ne erka dikeve berê wan pêk bînin.

RÛDAW

bottom of page