top of page

Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji NYê dike


Rêxistina erkdar a Netewên Yekbûyî ya herêma Kurdistanê (NY) ragehand, bo rêgirtin li belavbûna vîrusa korona nav kampan de daxwaza alîkariyê li NYê kirine.

Berpirsê Rêxistina erkdar a Navnetewî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, ji ber kêmkirina budceya kampan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, metirsiyekî mezin a tenduristiyê li ser koçberan heye.

Dr. Dîndar Zêbarî ragehand, herçend hikûmeta Iraqê daxwaza vegera koçberan dike. Lê sala borî heta naha 150 hezar hemwelatiyên Iraqê berê xwe dane kampên herêma Kurdistanê.

Li gor heman saziya navnetewî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ku daxwaza alîkariyê ji NYê û rêxistina navnetewî kirine. Bi taybet di warê tenduristî de, ji ber vîrusa korona metirsiyek mezin li ser rûniştvanên wan kampan heye.

Ji ber şerê tayfeyî û êrîşên grubên terorîst nêzîkî du milyon hemwelatiyên Iraqê berê xwe dane herêma Kurdistanê, ku li gel krîza darayî û birîna beşa budceya Kurdistanê ya salên borî, bûne bargiraniyek din li ser hikûmeta herêma Kurdistanê.

BasNews

bottom of page