Hejmara serbazên kuştî yên Tirkiyê li Idlibê gihîşte 33 kesan

Li Idlibê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Tirkiyê jî herî dawî kuştina 33 serbazên xwe li Idlibê ragihand.
Li sînorê parêzgeha Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û artêşa Sûriyê de derket û li gor zanyariyan Tirkiye kuştî û birîndarên xwe vediguhêze nexweşxaneyên li bajarê Hatayê.
Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirovan ragihandiye, karwaneke hêzên Tirkiyê li devera Cebel el-Zawiye ya Idlibê ji aliyê balafirên Sûrî û Rûsyayê ve hatiye bombebarankirin û di encamê de 34 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Lê hikûmeta Tirkiyê herî dawî kuştina 33 serbazên xwe piştrast kiriye.
Parêzgarê Hetayê Rahmî Dogan ragihand, di êrîşa bo ser hêzên artêşa Tirkiyê de li Idlibê, 33 serbazên wan hatine kuştin.
Parêzgarê Hetayê Rahmî Dogan got, “Li Idlibê ji aliyê rejîmê ve hêzên me rastî êrişeke asmanî hatin” û aşkere kir ku di wê êrişê de 33 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Herwiha li gor daxuyaniya parêzgarê Hetayê, hejmareke leşkerên Tirkiyê jî di wê êrişê de bi giranî birîndar bûne.
Di destpêkê de Tirkiyê kuştina 9 serbazên xwe ragihandibû, lê piştre 3 carên din berpirsên Tirkiyê hejmarên zêdetir derbarê serbazên xwe yên kuştî de belav kirin.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên xwecihî û herwiha vîdeoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin di encama şer û bombebarana îro de li Idlibê hejmareke zêde ya leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor ajansa Reutersê jî di şerê li Idlibê 34 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Her li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê kuştî û birîndarên xwe veguhastine nexweşxaneyên li Hetay û navçeyên wê.
Li ser dawîn rewş û êrişa li Idlibê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi amadebûna hejmareke wezîr û berpirsan civîneke awarte encam da.
RÛDAW