HDP: Enfal birîneke kûr e ku îro jî dilê Kurdan diêşîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 32mîn salvegera komkujiya Enfalê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Enfal birîneke kûr e ku îro jî dilê Kurdan diêşîne”. HDP herwiha dibêje: “Ji bo ku Enfal, Helebce û komkujiyên din careke din neyên kirin, em bangî her kesî dikin da ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.”
Di destpêka peyama xwe de HDPê ragihandiye: “Di navbera salên 1986-1989'an de ji aliyê rejîma Beis a Sedam ve, komkujiyeke mezin li dijî Kurdan pêk hat; ji 180 hezar kesan zêdetir Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û ji milyonekî zêdetir Kurd hatin koçberkirin. Başûrê Kurdistanê di navbera wan salan de bi awayekî hovane hat talankirin.”
Komîteya Navendî ya Rêvebir a HDPê herwiha amaje bi kîmyabarankirina Helebce, biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya bo nasandina Enfalê wek cenosîd dike û dibêje, “lê belê gelek berpirs û kujerên komkujiyê hêj jî nehatine darizandin.”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Di 16'ê Adarê de li Helebceyê çekên kîmyayî hatin bikaranîn û bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, lê cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Her çend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de biryarek wergirtibe û Enfal wek "komkujî" qebûl kiribe jî, gelek berpirs û kujerên komkujiyê îro hîn jî nehatine darizandin. Enfal wek birîneke kûr, îro jî dilê kurdan diêşîne.”
HDP civaka navdewletî bi tundî rexne dike, ku rê li komkujiyan negirtiye û li hemebr komkujiyan bêdeng bûye û dibêje: “Di sedsala 20an de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexuriya dewletên cîhanê, rê li ber komkujiyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, HDP Enfalê weke “birîneke kûr a Kurdan” bi nav dike û tekez dike, ku ew birîn hêj jî dilê Kurdan diêşîne.
Partiya Demorkatîk a Gelan destnîşan dike: “Em di 14ê Nîsanê Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de vê komkujiyê bi tundî nalet û şermezar dikin, hemû qurbaniyan bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û careke din hevxemiya xwe arasteyî hemû malbatan dikin. Ji bo ku Enfal, Helebce û komkujiyên din careke din neyên kirin, em bangî her kesî dikin da ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin. Di 34'emîn salvegera wê de em Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”
Îro 32 sal di ser qonaxa yekem a Enfalê re derbas dibin ku di 23ê Sibata 1988an de dest pê kir û 8 qonaxên wê hatin encamdan, ku di encamê de zêdetir ji 182 hezar welatiyên sivîl ên Kurd, ji genc, zarok û jin û zilaman hatin komkujkirin û bi zindî hatin çalkirin.
RÛDAW