HDPê sedema îmzenekirina beyannameya derbarê Idlibê de aşkere kir

HDPê sedema beşdarnebûna xwe di beyannameya hevbeş a şermezarkirina êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê aşkere kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke ku ji 2 madeyan pêk tê, sedema beşdarnebûna xwe di wê beyannemaya hevbeş de aşkere kir.
Di wê daxuyaniya ku ji aliyê Fatma Kurtalan û Saruhan Oluç, wekîlên serokê fraksiyona HDPê ve hatiye belavkirin de, tê gotin, “Em rast nabînin li gel tifaqa desthilatdar a xwediyê siyaseta xelet li Sûriyê, karesata Idlibê şermezar bikin.”
HDP di wê daxuyaniyê de hevxemiya xwe tîne ziman û serxweşiyê li kesûkarên wan leşkerên hatine kuştin dike û dibêje, “Lê em naxwazin vê yekê li gel wan kesan bikin ku hemû berpirsyariya siyasî li ser wan e.”
Herwiha HDP rexne li helwesta aliyên siyasî li wî welatî digire û dibêje, “Parlamento tevî hemû daxwazan jî kom nabe û mîna ku rewşeke asayî be tev digerin” û diyar dike, “Karesata Idlibê li pêş civakê û bi awayekî aşkere nîqaş nake, xwe nêzîk nake li hesabpirsîna hemû berdêlên ku her diçe giran dibin û li şûna wê partî beyannameyeke hevbeş a şermezarkirinê belav dikin. Ev helwestek e ku bi temamî ji samîmîbûnê dûr e.”
4 partiyên li parlamentoya Tirkiyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya ÎYÎ bi beyannameyeke hevbeş êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê şermezar kiribûn.
Roja 27ê vê mehê, serbazên Tirkiyê yên li herêma Idlibê ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê ve hatibûn bombebarankirin û di encamê de 33 leşkerên wî welatî canê xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.
RÛDAW