HDPê li Enqere, Stenbol û Amedê çalakî encam dan

Nerazîbûnên HDP li ser biryara serokatiya parlementoyê ya di derbarê Leyla Guven û Musa Farîsogullari de berdewam e. HDP li Enqerê, Stenbolê û Amedê çalakî encam dan, li Enqerê aloziyên mezin çê bûn û çend parlementerek bi sivikî birîndar bûn.
Li aliyekî parlementerên HDP li aliyê din hêzên asayîşa Tirkiyê, ev şer û alozî û pêvçûne nêzîkî 500 mîtroyan li dûrî parlementoyê rû didin. Hêzên asayîşê rê nedan ku HDP li Meydana Kiziliyayê daxuyaniyekê li ser betalkirina parlementeriniya Leyla Guven û Musa Farîsoglulları bide.
Omer Ocalan, parlementerê HDPê, “Derbe li hemberî gelê kurd darbe li hemberî gelê Tirkiyê tê meşandin. Siyaseta olperestî tê meşandin, vana hemû faşîst in.naxwazin di sedsala 21emîn de gelê kurd biserbikeve, ev hemû jî li vir milîsên AKPê ne.”
Serokatiya parlementoya Tirkiyê ji ber pesenbûna cezayê Leyla Gûven û Musa Farisogullar ji aliyê dadgeha bilind ve mafê parlementeriyê ji her du parlementeran stand û dadgeh jî wan weke piştigirên rêkxistinên terorî tawanbar dike.
Omer Faruk Gergerlîoglu, Parlementerê HDPê, “Li hember me êrişek heye, piştî darbeya doh ya li parlementoyê niha jî rêya parlementeran digirin, em erîşên red dikin, em karên wan red dikin.”
Biryara serokatiya parlementoyê parlementerekî CHPê jî bixwe digire Enis Berberoglu ku pêştir rojnamevan bû ji ber nûçeya xwe ya di derbarê TIRên MITê de hate cezakirin û parlementeriya wî jî hat betalkirin û ew bi xwe jî hate girtin. Lê Enîs Berberoglu îro piştî kêmtir ji maweyê 24 demjimêran di çarçova tedbîrên xwe parastina ji vîrusa koronayê de hat berdan.
Faîk Oztrak, Berdevkê CHPê dibêje, “Li parlementoya Tirkiyê senaryoyeke din ya siyaseta bazirganiya erzan hate nivîsin. Demokrasî û vîna gel hate binpê kirin. Ya ku li hember parlementerê me Enîs Berbeoglu hatiye kirin, pêngaveke din ya darbeya sivîl ya 20ê Tîrmehê ye.”
HDP ji bilî Enqere û Stenbolê heman demê li Amed û Wanê û çend bajarên din jî biryar protesto kir, komiteya navendî ya HDP jî biryar da kul i Parlemetoyê karên xwe berdewam bike û hewl bide bo durustkirina bereyekî demokratîk.
RÛDAW