HDPê ji bo rûbirûbûna Koronayê daxwaza rênimayiyên bi Kurdî kir

HDPê bi mebesta rûbirûbûna vîrusa Koronayê û alîkarîkirina welatiyan, maseya kirîzan pêk aniye û daxwaz dike, ku rênimayiyên xweparastinê bi zimanê Kurdî bihêne belavkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî belavbûna vîrusa COVID-19 li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.
HDPê ragihand, ku bi mebesta rûbirûbûna vîrusa Koronayê û alîkarîkirina welatiyan, maseya kirîzan pêk aniye û hejmarên telefonan belav kirine. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku maseya krîzê alîkariya wan kesan dike ku di mal de mane û şêwirê dide welatiyan ku çawa xwe biparêzin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, HDP rexneyan li hikûmeta Tirkiyê digre û dibêje, ku hikûmet zaniyariyên rast belav nake. HDP dibêje, heta niha nayê zanîn ka bi rastî çend kes li Tirkiyê bi Koronayê ketine û çawa têne çareserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan herwiha daxwaz dike, ku li Tirkiyê rênimayiyên xweparastina ji COVID-19 bi zimanê Kurdî jî bêne belavkirin.
Li Tirkiyê li gor amarên fermî yê Wezareta Tendirustiyê ya wî welatî, heta niha 9 kesan bi sedema vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 670 kesan.
RÛDAW