top of page

HDPê êrişa li Pasûrê şermezar kir


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrişa duh a li navçeya Pasûr a Ameda Bakurê Kurdistanê ku bibû sedema canjidestdana 5 welatiyên sivîl, şermazar kir.

Desteya Rêvebir a Navenda HDPê derbarê teqîna duh a li herêma Hevêdayê ya navçeya Pasûra Amedê de daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.

HDP amaje bi wê yekê kir ku di vê heyamê de bûyerek bi wî rengî cihê gumanê ye û dibêje: “Di vê heyama ku pêwîstiya me bi aştî û pişgirtina civakî heye û gelek alî ji bo projeyasa azadkirina girtiyan nêzîk hev bûye de ev êriş bûye cihê gelek pirsan. Divê ev bûyer di zûturîn dem de were zelalkirin ku di heyamekê de ye ji ber belavbûna vîrusê pêwîst e em hevkariya xwe bihêz bikin.”

Li çoltera navçeya Pasûra Amedê duh Çarşemê 8ê Nîsana 2020an, di dema derbasbûna wesayîta kesên diçûn daran bibirin de, teqînek çebû rû di encamê de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Tevî ku Parêzgariya Amedê, PKK wek berpirsyarê teqînê nîşan daye, lê belê PKKê ti daxuyanî li ser bûyerê nedaye.

Di daxuyaniya walîtiyê de tê gotin: “Xelkê gund ji bo birîna daran çûne daristanê û rastî êrîşê hatine.”

RÛDAW

bottom of page