top of page

Hûrgiliyên nû li ser teqîna Efrînê: 12 zarok di nava kuştiyan de hene


Roja Sêşemê teqîneke bihêz li navenda bajarê Efrînê çêbû ku di encamê de 53 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Li gor agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, 12 zarok di nav qurbaniyên teqînê de hene, herwiha 7 çekdarên komên çekdar jî hatine kuştin.

Çavkaniyeke taybet ku ji nav bajarê Efrînê pêwendî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kir, û yekem dîmenê teqînê bo wê şand, da zanîn ku teqîn di demjimêr 15:43 piştî nîvro çêbû û tevahiya bajarê Efrînê hejand.

Rûdawê pêwendî bi çendîn çavkaniyan re li nav bajarê Efrînê kir û zanyarî û amarên herî dawî derbarê teqînê bi dest xistin.

Li gor agahiyan, di encama teqînê de 53 kes hatine kuştin û 176 birîndar ji bo nexweşxaneyan hatibûn rakirin, hin ji wan birînên wan sivîk bûn û ji nexweşxaneyan hatine derxistin.

Herwiha 12 zarok di nav qurbaniyên teqînê de hene. Di teqînê de 7 çekdarên komên çekdar ên opozisyona Sûriyê jî hatine kuştin.

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re diyar kirin, ku 3 kes ji nîşteciyên resen ên Efrînê jî di nava qurbaniyan de hatine naskirin. Li gor wan çavkaniyan, Fewaz Elwan ji gundê Qeretepe, Rêzan Cafer ji gundê Dargirê,  Hisên Mihemed ji gundê Kurzêlê Cûmê di teqînê de canê xwe ji dest dane.

Herwiha 4 nişteciyên resen ên Efrînê jî bêserûşûn in, ku nasnameya wan bi vî awayî ye: Remzî Xelîl ji gundê Soxanekê, Mihemed Henîf Mislim ji bajarê Efrînê, Munzir Mistefa ji gundê Pitêtê, Şiblî Omer Meimo ji bajarê Efrînê.

Di wan demên dawiyê de ji bilî pêr teqîna 28ê nîsanê, 3 teqînên din li Efrînê çêbûbûn. Roja 26ê cotmeha 2019an teqînek nêzî dermanxaneya Wezîro çêbûbû, di 29ê cotmehê de jî, teqînek li Meydana Newroz çêbûbû û herwiha roja10ê Sibatê jî teqinek li ser riya Raco çêbûbû

Heta niha tu aliyekî berpirsiyariya teqîna pêr a li Efrînê li xwe negirtiye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) teqîna li Efrînê şermezar kirine û weke karekî terorîstî bi nav kirine. Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Ebdî jî teqîn bi tundî şermezar kiriye û weke “karekî terorîstî û tirsenokî” bi nav kiriye.

Tirkiyê her di kêliyên destpêkê yên piştî teqînê de, YPG bi encamdana teqînê tohmetbar kiribû, lê belê ti belgeyek li ser wê yekê nîşan nedaye. Li hember wê yekê Berdevkê YPG, Nûrî Mehmûd bersiva tohmetên Tirkiyê da û ragihand, ku ti têkliya wan bi teqînê re nîne û got, Tirkiye her ji destpêkê ve û bêyî hebûna ti belgeyekê YPG tohmetbar kir û bi qestî dixwaze me tawanbar nîşan bide.

RÛDAW

bottom of page