Hûrgiliyên şewata Kampa Newrozê

Şeva borî dema ku malbatek mijûlî çêkirina xwarinê bû, sobeya gazê teqiya, di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan 8 mehî, 6 salî, 7 salî û yek jî 8 salî bû, 2 zarokên din û dayîk û bavê wan bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Hesekê hatine veguhastin. 3 kesên din jî ku ji konê li kêleka wan bû, cîran bûn, li cem wan bûn, ew jî bi giranî birîndar bûne.
Li Kampa Newroz, ji ber teqîna sobeyê, agir bi malbateke 8 kesî û mêvanê wê malbatê ket. Ev malbat ji bajarokê Zerganê ye û Ereb in.
Malbat Mihemed Elewî Elsacir, ji gundê Zirgan yê Serê Kaniyê ye û ji ber êrîşa Tirkiyê, bi neçarî mala xwe hiştin, lê piştî ku ji agirê şer rizgarbûn, agirekî din di bin konê koçberiya wan de vêket. Beşa Rizgarbûyî ji wê malbatê, bi armanca wergirtina çareseriyê ji bo nexweşxaniya Hesekê hatin veguhestin.
Bavê zarokên canê xwe ji dest dane Mihemed Elewî Elsacir ji Rûdawê re got: “Şewateke bihêz bû, kon hemû şewitî, 4 kes mirin, rewşa 2 kes ji wan xirab e, ez û zarok û hevjîna xwe û pismamê ligel hevjîna û zarokê wî şewitîn.”
Dema ku cîrana wan behsa bûyerê dike, dibêje jimin werê weku mala me lii Serê Kaniyê dîsan balafiran em bombebaran kirin, lê dema ku em derketin, me dît agir bi esmana ve ketiye.
Delal Husên got: “Me wisa hizir dikir, ku dengê balafirê ye. Deng bihêz û agir jî gûr bû, em çi bikin, tiştek ji destê me dernakeve, min nikarîbû alîkariya wan bikin, agirekî bihêz bû, ma mirov çi bike.”
Çar zarokên Mihemed Elewî Elsacir di cih de, jiyana xwe jidest dan û ew bi du zarokên xwe û hevjîna xwe re bi giranî birîndarbûn, sê kesên din ku mêvanê wan bûn ew jî şewitîn.
Rêveberiya Kampê dibêje di vê zivistanê de, ev yekem car e ku bûyerek bi vî awayî li cem wan rû dide.
Berpirsê Peywendiyên Kampa Newroz Nedîm Omer jî got: “Ev car e yekemîn e, ev bûyer li cem me rû dide. Dema ku Xelkê Şingalê jî li vir bûn tiştek nebû, bûyera îro jî jiber soba gazê bû.”
Kampa Newroz ku 2 kîlometreyan dikeve bakûrê bajarê Dêrikê, di Tebaxa sala 2014an de ji bo Kurdên Êzidî yên Şingalê ji aliyê Rêveberiya xweser ve hatibû avakirin. Piştî rizgarkirina Şingalê ew kamp valakirin, lê niha 105 malbatên Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê têde dimînin.
RÛDAW