top of page

Hêzên pêşmerge operasiyonek li dar xistin


  1. gelek eşkeftên DIŞIê hatine wêrankirin

  2. Duhê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê li devera Gerimiyanê bo paqêj kirina wan deverên ku terorîstên DIŞIê têde xwe veşartibûn lidarxist.Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, hêzên pêşmerge di operasiyonê de tevahiya eşkeft, senger û cîhên ku goman dihat kirin ji aliyê terorîstên DIŞIê ve tên bikaranîn hatine wêrankirin û dever niha bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge deye.Weke tê zanîn demêke ku liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê zêde bibûn û di destpêka vê mehê de jî du welatiyên medenî li deverê ji aliyê terorîstan ve hatibûn rifandin.

KTV


bottom of page