top of page

Hêzên Amerîkî û HSDê operasyoneke daketina esmanî li Dêrazorê dikin


Hêzên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo desteserkirina 2 kesan, operasyoneke daketina esmanî li rojhilata Dêrazorê dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Amerîkî û bi beşdariya hêzên taybet ên HSDê ji bo desteserkirina 2 kesan ji gundê Şihêl yê li rojhilatê Dêrazorê, ji esman ve operasyoneke daketina ser malên wan encam da.

Li gor zanyariyên Rewangehê, hêzên Amerîkî û hêzên HSDê ew her du mal dorpêç kirin û bi hûrî pişknîn kirin, lê kesê xwastî nedîtin, ji ber ve 2 kurên wan desteser kirin.

Rewangehê da zanîn jî, kesekî ku ji ser xaniyekî din ve operasyona daketina esmanî dişopand, hêzên daketî gule li wî barandin û ew kuşt, piştre jî birayê wî desteser kir.

Ji dema kontrolkirina dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê di meha Adara 2019an ve, hêzên Amerîkî û HSDê dest bi operasyonên lêgerîna li şaneyên razayî yên DAIŞê dikin û çendîn car in operayonên hevbeş li wê navçeyê dikin.

Demek e jî tevger û çalakiyên çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê zêde bûne, herî dawî jî duhî li riya Dêrazor – Şamê efserekî artêşa Sûriyê, 2 serbaz û jinekê kuştibûn.

K24

S. B

bottom of page