Hêvîn Ismaîl: Tirkiye bi zanabûn zeviyan dişewitîne

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl kiryarên Tirkiyê yên şewitandina zeviyên şêniyên herêmê şermezar kir û got: “Em bang li civaka navdewletî dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe yên li dijî qûta şêniyan û aboriya herêmê rawestîne.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn agir bi zeviyên herêmên nêzî eniyên şer ên li gundên Hoşan, Xaldiye û Seyda li nêzî bajarokê Eyn Îsayê li başûrê bajarê Girê Spî yê dagirkirî, dixin.
Girêdayî wê Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo şewitandina zeviyan şermezar kir.
Hêvîn got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê xebatkarên agirvemirandinê dikin hedef. Lewma jî xebatkar nikarin xwe bigihînin cihê şewatê û vemirînin.”
Hêvîn bang li civaka navdewletî û dabînker Rûsyayê kir ku fişarê li Tirkiyê û çeteyên wê bikin da ku binpêkirinên xwe yên li dijî milkên şêniyan rawestînin.
Artêşa Tirk a dagirker pêr bi sibê agir bi zeviyên gundên Bîr Zirar, Leq Leqo û Kor Hesen xisitin. Duh bi şev agir bi zeviyên gundên Hoşan û Xaldiye xistin. Ev gund hemû girêdayî gundewarê Girê Spî ne
Anha
KTV