top of page

Gundekî ser bi Dêrikê ve hat kerentînkirin


Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, gundek hat kerentînkirin.

Li gor zanyariyan piştî ku testa Koronayê ya kesekî pozîtîv derket, gundê Buxur hat kerentînkirin û bang li xelkê gund hat kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Li gor zanyariyan, testa kesekî bi navê M.E.D ku temenê wî 57 sal e ku ji Stenbolê serdana kesûkarên xwe yên li wî gundî kiribûn, pozîtîv derket û li ser vê yekê biryar hat dayîn hemû ew gund bê kerentînkirin.

Li aliyê din li gor zanyariyan, birayê wî kesî yê bi navê K.D red kir ku bo nexweşxaneyê bê veguhastin û bikeve jêr çavdêriyê, li ser vê yekê jî jib o ew kes ji mala xwe dernekeve bergirî hatin girtin.

Gundê Buxur dê 14 rojan di bin kerentînê de bimîne.

RÛDAW

bottom of page