Girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve zêdetir ji 10 Kurdan revandin

Di 48 demjimêrên burî de girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve bêtir ji deh welatîyên Kurd yên sivîl ji navçeya Racu ya 'Efrînê revandin.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye girûpên çekdarên ku ji alyê Tirkiyêve têne piştevanîkirin di dema 48 demjimêrên burî de zêdetir ji deh welatîyên Kurd yên sivîl ji gundên ser bi navçeya Racu ya 'Efrînê revandin bêku tuhmeta wan eşkere bikin û ew ber bi ceheke nediyar birin.
Li gor hatîye belavkirin, heya niha jî çarenivîsa wan kesan nediyare.
Riwangehê eşkere jî kir, mebesta Tirkiyê û girûpên çekdar ji vê yekê ewe, daku xelkên bajarê 'Êfrînê neçar bibin mal û milkên xwe bicî bihêln û birevin, pişt re jî, koçberên gundewarê Îdilbê û Helebê di malên wan de bicih bikin.
K24