Ganî Mirzo bi muzikê derûniya zarokên Kurdên Êzidî çareser dike

Li Komelgeha Xanesorê ya girêdayî Şingalê peymangeheke fêrbûna Muzîkî bi serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo hatiye vekirin ku hejmareke rizgarbûyên ji destê DAIŞê di vê peymangehê de ji bilî perwerdeya muzikê, weke derûnî jî ji peymangehê sûd werdigrin. Ganî Mirzo dibêje eger piştgirî hebe, ew dixwazin vê projeya xwe li çend navçeyên din ên Kurdistanê pêk bînin.
Muzîkjenê Kurd Ganî Mîrzo ji Rûdawê re diyar kir ku berî heft mahan wan li Komelgeha Xanesorê ya Şingalê peymangehek bi navê “Mirzo Muzik” vekirine û hejmareke kurdên rizgarbûyên ji destê DAIŞê li wê peymangehê perwerdeya muzik dibînin.
Ganî Mirzo da xuyandin ku armanca wan a sereke ji wê projeyê ew e ku bi rêya muzikê derûniya zarokan rihet bikin û wiha axivî: “Min got ez dikarim bi çi rengî trajadî û wêranbûna ser bi wan de hate, hinek sivek bikim an jî li wan bidim jibîrkirin. Ji ber ku karê min muzik e, min ji xwest ez bi rêya hunerê ji wan re bibim alîkar. Weke din jî di nav Kurdên me yên Êzidî de muzik tiştek gelek pîroz tê dîtin, û keyfa wan gelek bi muzîkê tê, ev jî sedemeke din a min bû li Xanesorê peymangeha perwerdeya muzîkê vekim.”
“Kenê zarokan ji her tişt girîngtir e”
Mirzo da zanîn ku kursên peyamgeha wan bêberamber e, û ji kesên 5 salî heta 45 salî beşdarî di kursên wan de beşdarî kirine û deriyê wan ji herkesî re vekirine û wiha pê de çû: “Niha derdora 45 zarokan hene, lê di mehên havînê de hejmara beşdariyan 150 kesan derbas dike. Herkes bi keyfxweşî têne û li wê derê psîkolojiya rihet dibe. Dema ku zarok bi keyfxweşî diçin mal, malbat jî keyfxweş dibin û ev yek bandoreke gelek erênî li derûniyan wan dike. Bi biken ji cem me diçin û ken ji bo ji hemû tiştan girîntir e.”
Derbarê amûrên muzikê yên li peymangehê têne bikaranîn de jî Mirzo dibêje ew amûrên folklara Kurdî bikar tînin weke tembur, bilûr, ud û defê; çimkî ew di heman demê de dibe wesile ku folklore Kurdî jî berdewam bibe.
Ganî Mirzo da zanîn ku di rastiyê de ew projeya ku ew birêv dibin karê hikûmeta ne û piştevaniyeke xurt jê re lazim e, û got: “Em dixwazin em proje berdewam bike, eger alîkariya me were kirin em dixwazin ligel navçeyên din ê Kurdistanê jî peymangehên bi vî rengî ava bikin. Herwiha armanceke me heye em dixwazin ji hunermendan re jî bibin alîkar çi di amadekirina albumekê be û çi sazkirina konsert an jî peydakirina amûrên muzikê. Ez xwe weke berpirsiyar dibînim xizmeta gelê xwe bikim.”

“Harmoniya Piştî Şer” heta niha 10 xelat wergirtine
Hunermendê Mîrzo diyar ku belgefîlma wan a “Harmoniya Piştî Şer” heta niha 10 xelatên navnetewî wergirtine û hêj beşdarî festival navnetewî dibe û herî dawî di 27ê Çileyê de li welatê Etiyopyayê xelat wergirt.
Fîlm bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê hate berhemanîn û derhêneriya wê du derhênerên Arjantînî dike û fîlm di heyama salekê de hatiye temamkirin.
Ganî Mîrzo di wê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, yek ji wan jî Kobanî ye.
Mîrzo dibêje wan belgefîlma xwe xwestiye ku bi muzik û hunerê rûyê kirêt ê şer bidin xuyandin.
Çîroka film behsa wê yekê dike ku di dema şer de, kesek heye amûrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşî wan kesan dike ku ji muzîkê hez dikin û pêre mijûl dibin.
Ganî Mirzo kî ye?
Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.
Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.
RÛDAW