Filma Kurdî “Heniskî Asman” xelateke navnetewî wergirt

.Nûtirîn fîlma derhênerê Kurd Şehram Qadir a bi nave "Heniskî Asman" ku niha beşdarî çend festîvalên navneteweyî bûye, xelatê baştirîn wêneya sînemayî di Festîvala Navdewletî ya Visuvius wergirtiye.
Filma Şehram Qadir Heniskî Asman (Cry Of The Sky) di Festîvala Navdewletiy ya Filmsazên Serbixwe li Barcelona û Festîvala Navdewletiya Filmsazên Serbixwe li Madrid beşdar e ku hevrikiyê ji bo wergirtina xelatê baştirîn filimê sînemayî dike.
Ji ber belavbûna vîrusa koronayê, piraniya festîvalên sînemayî bi awayê online tên kirin, mîna van du festîvalan, di meha Tîrmehê de, xelatên wê werin eşkerekirin.
Filma "Heniskî Asman" beriya niha di Festîvala Nêvdewletiya Fantas bo xelatên Baştirîn film, baştirîn derhênan û baştirîn senaryo hatibû berbijêrkirin.
Her ev berhme di hejmarek festîvalên din de beşdar e û hevrkiyê dike ji bo bidestxistina xelatan û biryar e li van nêzîkan xelatên wan festîvalan werin ragehandin, mîna Festîvala Nêvdewletî ya Delhi û Festîvala Navdewlet, ya Pirîzmayê.
Wê filmê herî dawî xelatê baştirîn wêneya sînemayî di Festîvala Navdewletî ya Visuvius wergirtiye.
RÛDAW