Erebistana Siûdî êrîşên Îran û Tirkiyê bi tûndî rexne kir


Wezareta Derve ya Erebîstana Siûdiyê îro roja pêncşemê 18.06.2020an daxuyaniyek derbarê êrîşên Tirkiyê û Îranê bo ser herêmên sînorê yê Herêma Kurdistanê bi tûndî şermezar kir.

Erebistana Siûdiyê destwerdana serbazî ya Tirkiyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke binpêkirina serweriya Iraqê û êrîşên dijminkarî destnîşan kir.

Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyê de, destwerdanên serbazî yên Tirkiyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke binpêkirina serweriya Iraqê û êrîşên dijminkarî  destnîşan kiriye û ragihandiye ew, êrîşên Tirkiyê û Îranê yên li ser axa Iraqê li dijî hemû yasayên navdewletî ne.

Hêjayî gotinê ye çend roje Komar Îslamî ya Îranê û Tirkiye di heman demê de binkeyên PKKê li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê bordûman dikin.

BasNews