top of page

Erdhejek bihêz li Loristanê pêkhat


Îro 06.05.2020ê erdehejek bi hêza 5.1 li navenda parêzgeha Loristanê Xurremawa pêkhat.

Li gor zanyariyên malpera nîv fermî ya Îranê Mîhir ew erdhej demjimêr 12:37ê li gor dema Îranê, bi hêza 5.1 pêkhat.

Li gor heman çavkaniyê erdhej 7 kîlometre bin erd de pêkhat û navenda wê jî bajarokê Fîruzabad Elişter a ser bi Xurremawa pêkhatiye.

Hat zanîn ew erdhej li bajarên Birûcêrd û Nûrabad û derdora wê jî hatiye hestpê kirin û ji ber wê jî tirs çêbûye û xelk rijyane ser şeqaman.

Heta naha derbarê ziyanên giyanî û madî de ti zanyarî û hûrgilî belav nebûne.

BasNews

bottom of page