top of page

Erdhejekê bi hêza 5.9 pile Çewlîg hejand


Îro Yekşemê erdhejekê bi hêza 5.9 pile bajarê Çewlîg ê Bakurê Kurdistanê hejand û li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin û li gor agahiyên destpêkê 3 cerdevan birîndar bûne.

Li Navçeya Kanireşê ya Çewligê îro Yekşemê 14ê Hezîrana 2020an erdhejekê bi hêza 5.9 pile û bi kûrahiya 5 kîlometre çêbû.

Li bajarên derdora Çewlîgê weke Dêrsim, Mûş, Xarpêt û Amedê hest bi erdhejê hat kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Ali Haydar Gozlu ragihand ku li gor agahiyên destpêkê 3 cerdevan birîndar bûne.

Herwiha Ali Haydar Gozlu da zanîn ku li gundê Kaynarpinarê 3 xalên çavdêriyê yên leşkerên Tirkiyê ji ber erdhejê hilweşiyan e.

RÛDAW

bottom of page