top of page

ENKS: Tirkiyê dijatiya xwe ji guhartina demografî re nîşan da


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, Wezîrê Derve yê Tirkiyê redkirina welatê xwe ji plana guhartina demografiya ya herêmên Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya xwe bo gerentîkirina mafên Kurd di destûra Sûriyê de nîşan da.

Desteya Serokatiya ENKSê piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re di daxuyaniyekê de naveroka civîna xwe pê re aşkere kir û ragihand, Çavuşoglu di civînê de piştevaniya welatê xwe ji gelê Sûriyê re derbirî, ji bo bigihe ewlehî û aramiyê û çareseriyeke siyasî li gor biryarên navdewletî bibîne.

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi girîngiya ENKSê wek nûnera rewa ya gelê Kurd li Sûriyê û rola wê di proseya siyasî de kir û piştevaniya xwe bo gerentîkirina mafên Kurd û destûra Sûriyê de nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat jî, “Çavuşoglu amaje bi binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî yên ji aliyê hin grûpên çekdar ve tên kirin kir û diyar kir ku ew li dijî wan kiryaran in û divê kesên wan binpêkirinan dikin bên sizadan û Tirkiye guhartina demografî li wan navçeyan red dike û tekezî li ser vegera ewle ya koçberan li ser mal û milkên xwe dike.”

ENKS ragihand jî, şanda ENKSê nerîna xwe ya çareseriya siyasî bo Sûriyê û pêwîstiya aktîvkirina proseya siyasî û nivîsandina destûrê pêşkêş kir, bi awayekî ku daxwazên Sûriyan û mafên netewî ji Kurd û hemû pêkhateyan re lixwe bigire.

ENKSê daxwaz ji Tirkiyê kir, alîkariyê derbarê bicihkirina xalên rêkeftina di navbera ENKS û Îtîlafê de û rawestandina binpêkirinên li serê xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tên kirin bike û hêsankariyan bike ji bo koçber bi ewlehî vegerin cihên xwe. Herwiha ENKS tekezî jî li ser redkirina guhartina demografî kir.

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de pêzanîna xwe ji Tirkiyê re derbirî, ku bi milyonan koçberên Sûrî vehewanadine û piştevaniya opozîsyona Sûriyê dike. Herwiha daxwaza karê bêhtir kir, ji bo pêwendî û hevtêgihîştin di navbera gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurdî Kurdî bi taybet kir, ta êş û azarên wan bidawî bibin û bi aştî û ewlehî bijîn.

S. B

K24

bottom of page