top of page

ENKS tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike


Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tekeziyê li ser girîngiya yekrêziya Kurdî dike, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûriyê bike û mafê wî yên rewa di çarçoveya Sûriyayeke federal, demokratîk û firehalî de biçespîne.

Emîndariya Giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de diyar kir, wan roja 12ê Gulanê civînek bi Internetê girê da û tê de hewlên yekrêziya Kurdî hatin guftûgo kirin û tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî kir, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûriyê û mafê wî yên rewa di çarçoveya Sûriyayeke federal, demokratîk û firehaliya netewî û olî de biçespîne.

Herwiha ENKSê bang li aliyên navdewletî kir, fişarê li rêjîma Sûriyê bike, ta dest bi proseya siyasî bike. Herwiha daxwaz ji wan aliyên navdewletî kir jî, çareseriyeke siyasî ji krîzê re bibînin, ji ber ku hîna rêjîma Sûriyê bi bijardeya serbazî serederiyê bi rewşê re dike û êş û azara Sûriyan zêde dike.

Di civîna ENKSê de li ser nakokiyên di navbera hêzên opozîsyona Sûriyê de hat rawestandin. ENKS daxwaz ji aliyan kir, yekrêz bin û bi rola xwe ya çalak rabin, ji bo armanca gelê Sûrî ya pêkanîna sîstemeke demokratî bicih bînin, ku mafên hemû pêkhateyan û mafên gelê Kurd wek gelekî resen li ser xaka dijî di çarçoveya dewleta Sûriyê de bêne parastin.

Herwiha ENKSê binpêkirinên li Efrînê yên ji aliyê grûpên çekdar ve têne kirin şermezar kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir jî, rê li ber wan binpêkirinan bigire, tawanbaran siza bide, welatiyan û milk û malên wan biparêzin û koçber û derbideran jî bi riyeke ewle û aram vegerînin.

ENKSê di dawiyê de spasî û pêzanîna xwe ji bo hewlên Amerîka û hevpeymanên wê û piştevaniya serkirdatiya Herêma Kurdistanê bo avakirina yekrêziya Kurdî di çarçova opozîsyona niştimanî de jî nîşan da.

K24

S. B

bottom of page