top of page

ENKS: Kes nekare rê li ber rola Kurdan a niştîmanî bigire


Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bersiva daxuyaniya wan kesayetiyan Sûrî da ku berî çend rojan li dijî diyaloga di navbera ENKS û PYD de derxistibûn. Herwiha ENKS dibêje ew kes dê rola Kurdan ya niştîmanî bidin wendakirin.

Berî çend rojan grûpek kesyetîyên Sûrî daxuyaniyek li dijî diyaloga di navbera ENKS û PYD de derxistibûn û li dijî wê derketibûn. Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bersiva daxuyaniya wan kesayetiyên Sûriyê da.

ENKS di daxuyaniyekê de ragihand, tometên wan kesayetiyan red kir û got ew kesayetî li dijî her lihevkirineke Kurdî -Kurdî ne.

ENKS herwiha dibêje, ew kesên ku wiha difirkirin dê nikaribin rola Kurdan ya niştîmanî bidin wendakirin û wê nikaribin opozisyona niştîmanî ya Sûriyê bidin xerabkirin.

RÛDAW

bottom of page