ENKS, ji PYDê daxwaza hevbeşiya rasteqîn a desthilatê dike

Îro 09.02.2020ê rêveberekî ENKSê ji basnewsê re ragehand, daxwaza wan bihêze bo guftûgo kirina li gel PYDê û dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê.
Rêveberê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Fuad Elîko ji BasNewsê re ragehand, daxwaza wan a bihêz heye bo guftûgoyên li gel PYDê, herwaha dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê li gel PYDê.
Elîko herçend red kir jî, ku ti demekî hatibe diyar kirin bo destpê kirina guftûgoyên navbera ENKSê û PYDê, lê ev yek teqez kir, ku ew rijdin li ser geheştina yek gotariya kurdan li Sûriyê.
Rêveberê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir, ‘’Em rijd in li ser pêkanîna guftûgoyên kûr û em rijdin li ser hemû warên cuda de pirsên siyasî, leşkeri, asayiş, pirsên rêveberiyê û aboriyê jî guftûgo bikin.’’
Herwaha got, ew dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê li rojavayê Kurdistanê li gel PYDê, bi awayekî ku ti kêmasiyekî nehêlin ku di pêşerojê de pirsgirêkê navbera her du aliyan de çêbike.
Elîko dawiyê de jî daxwaz ji fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê kir, nexşerêyekî derbarê pirsa kurd li Sûriyê û rêçareyên wê pêşkeş bike, ku hemû alî li gel yek guftûgoyê li ser bikin û rêkbikevin.
BasNews