ENKS: Daxuyaniya PYDê rengekî gefê tê de heye



Endemekî Desteya Serokatiya ENKSê bersiva daxuyaniya PYDê dide û radigihîne, daxuyaniya PYDê nameyên xirap tê de hene.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duhî derbarê hevdîtina ENKS û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu de daxuyaniyek belav kir û ragihand, hevdîtina ENKS û Wezîrê Derve yê Tirkiyê re armanc jê têkbirina insiyatîfa yekitiya niştimanî ye. Herwiha bandoreke neyinî li ser insiyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriyê Demokratîk a nêzikbûna di navbera aliyên siyasî yên kurdî de dike.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de bersiva wê daxuyaniyê da û ragihand, “Daxuyaniya PYDê nameyên xirap tê de hene û rengek ji gefê tê de ye. Ev ji berpirsatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ye ku li rê li ber van daxuyaniyan bigire, ji ber ku yekrêzî bi vî awayî ava nabe.”

Silêman Oso got jî: “Dema ew bi Serokê Îstixbarata Sûriyê re civiyan, me ew bi xiyanetê tometbar nekirin”.

Herwiha Silêman Oso got: “Heger ew bizanin baş siyasetê bixwînin, dê bizanin ku hevdîtina me gaveke dîplomasî bû. Di pêkanîna yekrêziya Kurdî de divê em welatên cîran dilniya bikin ku em ne li dijî wan in, lê em ji bo berjewendî û mafên gelê xwe di pêşeroja Sûriyê de dikin.”

S. B

K24