top of page

ENKS: Brîtanya piştevaniyê li mafên Kurd li Sûriyê dike


Şandeke Desteya Serokatiya ENKSê îro bi Serokê Beşê Siyasî yê Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê re civiya û di civînê de, aliyê Brîtanî piştevaniya xwe ji bo çespandina mafên Kurd di destûra Sûriyê de nîşan da.

Desteya Serokatiya ENKSê îro di daxuyaniyekê de naveroka civîna li Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand, ku di civînê de şanda ENKSê rewşa behsa herêmên Kurdî, bi taybet li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û binpêkirinên mirovî û guhartina demografî yên li wan deveran tên kirin kir.

Herwiha şanda ENKSê behsa rola ENKSê di Desteya Danûstandinan de û nerîna ENKSê li ser pêşeroja Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî tê de ji aliyê Brîtanî re ragihand. Herwiha behsa kedên nêzîkbûna aliyê Kurdî kir û tekezî li ser rola erênî ya Brîtanya wek dewleteke mezin kir.

ENKS da zanîn, di civînê de aliyê Brîtanyî tekez li proseya siyasî ya Sûriyê kir û piştevaniya xwe ji bo çespandina mafên Kurd di destûra Sûriyê de nîşan da.

Di daxuyaniya ENKSê de hat jî, aliyê Brîtanî diyar kir ku rêjeya nûnertiya Kurdan di Komîta Destûrî ya Sûriyê de kêm e û bi rêjeya hebûna wê re nagunce. Herwiha proseya guhartina demokgrafî ya li her deverekê red kir û tekezî li ser nêzîkbûna Kurdî – Kurdî kir.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihand, aliyê Brîtanî daxwaz ji aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir, ku yekhelwest bin û nakokiyên di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser de bidawî bikin.

S.E

K24

bottom of page