top of page

ENKS û PYD şandên danûstandinê berfireh dikin


Danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in û hewlên berfirehkirina herdu şandên ENKS û PYDê hene.

Her şandek ji 5 kesan pêk dihat, lê niha behsa wê yekê tê kirin ku her şandek bibe 7 kes. PYD çar kes ji partiyên li nav Rêveberiya Xewser tevlî şanda xwe dike, êdî şanda wê dibe 3 kes ji PYD û 4 kes ji partiyên din.

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) ku  di nav Rêveberiya Xweser de cih digire tevlî şanda berfireh jî nabe.

Hisên Beder, Endamê komîtiya siyasî ya PYDKS dibêje, “Kesî em dûrnexistine lê em razî nabin tevlî şanda danûstandinan bibin, ji ber ku ji destpêkê em ne di nav de bûn niha jî piştî gihiştin e rêkeftinê bê me ew razî nabin ji ber ku em partiyek xwdan cemawer in û em bin nave kesî tevlî şandan nabin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) helwesta xwe di derbarê berfirehkirina şandan de ji Rûdawê re zelal dike. Heta niha aliyên siyasî yên ku danûstandinan dikin negihiştine asta îmzekirina rêkeftineke temam ku tê de hemû pirsgirêkên asê bên gengeşkirin û çareserkirin.

Neşet Zaza, Endamê polîtbîroya PDKS dibêje, “Em ne li dijî tevlîbûna ti kesî ne lê dive em pêşî pirsgirêkên xwe bi PYDê re çarser bikin, pirsa girtiyan pirsa rêveberên pirsa birrîna peywendiyan bi Qendîlê re partiyên din nikarin van pirsan çareserbikin.”

Tevahiya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê 11ê Berfanbara 2012an rêkeftineke siyasî îmze kirin ku tê de helwesta xwe ji her yek ji Hikûmeta Sûriyê û opozsiyonê, her wiha nerîna xwe ji Sûriya pêşerojê jî zelal kirin.

Ew rêkeftin wê demê bûbû bingeha sîwana Desteya Bilind wate nerîna siyasî tu carî nebûye cihê pirsgirêkan li ba aliyên Kurdî, di rêkeftinên Duhok û Hewlêrê de jî pirsa rêvebirina deverê û pirsa serbazî rê li ber serkeftina van peyman û rêkeftinan girt.

RÛDAW

bottom of page