ENKS û MSD: Gelê Kurd resen e û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî

Endamekî Desteya Serkirdatiya MSDê û Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed didin û radigihînin, gelê Kurd, gelekî resen ê li ser xaka xwe ya dîrokî ye.
Endamê Desteya Serkirdatiya MSDê Mistefa Meşayix û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Wehdê) Mistefa Meşayix beşdarê bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed a înkarkirina rastiya Kurd li Sûriye ragihand, înkarkirina rastiya Kurd l Sûriyê pêştir jî ji aliyê Beşar Esed û kesayetiyên opozîsyona Sûriyê ve hatin kirin, Helwesta Beşar Esed ne cihê razîbûna gelê Kurd li Sûriyê ye. Pêwîst bû Serokê Sûriyê û piştî neh salan ji krîza Sûriyê daxuyaniyên ku gelê Sûriyê bi giştî jê razî bin bide.
Herwiha got: Pêwîst bû Serokê Sûriyê rêyên danûstandin û diyalogeke Sûrî - Sûrî destpê bikira û li çareseriya vê krîzê bigeriya. Ev daxuyaniya Esed ji çandeke dîktatoriyetê.
Tekez kir jî: Kurd gelekî resen ê li ser xaka xwe ye û ev rastiyeke dîrokî û ceografî ye. Gelê Kurd bi daxuyaniyekê di ragihandê de tune nabe.
Herwiha got: Ev daxuyaniya Serokê Sûriyê di heman dema civîna Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a li ser pirsa Sûriyê de bû, vêca ev daxuyanî nameyek ji Tirkiyê re bû ku em jî Kurd înkar dikin û doza Kurdî li cem nîn e û divê Tirkiye jî hinekî ji ya xwe dakeve, ta em bigihin rêkeftinekê”.
Got jî: Rûsya destpêşxerî kiriye ku em û rêjîma Sûriyê diyalogê bikin. Em wek Partiya Wihdê, Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, MSD û Rêveberiya Xweser, pirsa diyalog stratejî ye û em li ber namînin û bi karvedanê serederiyê bi vê daxuyaniya Esed re nakin.
Meşayix naveroka civîna bi rêjîma Sûriyê re aşkere kir: Me ji Rûsya û rêjîmê re bi zelalî gotiye, divê pirsa Kurdî wek neteweyeke sereke di hundirê Sûriyê de çareser bibe, zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û divê rêveberiyeke Kurdî ava bibe û ew mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî bikar bînin. Li ser wê bingehê jî komîtin ava bûn û dê di demeke nêzîk de dest bi danûstandinê di pirsên leşkerî, îdarî û aborî de bikin. Rêjîm, Rûsya û cîhan bi tevahî dizane, heger pirsa Kurdî çareser nebe, pirsa bakur û rojhilatê Sûriyê çareser nabe.
Herwiha aşkere kir: Rûsya xwe daye ber, navbênkariyê di navbera me û rêjîmê de bike û bi riya Platforma Qahîre re beşdariyê di biryara navdewletî 2254 de dikin.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif di wê derbarê de ragihand, hebûna gelê Kurd li Sûriyê li xaka xwe rastiyek e, berî dewleta Sûriyê çê bibe û sînorê wê werin danîn. Heta niha gelê Kurd dibêjin, serxet û binxet, ango gelê Kurd li van sînoran mikur nayê.
Feysel Yûsif amaje bi wê da: Opozîsyona Sûriyê ji sala 2000 ve di bernameya xwe ya siyasî de mukir hatine ku doza Kurdî li Sûriyê heye û divê bê çareserkirin û ew siyaset û projeyên şovînizm ên li ser wan hatine bicihkirin bêne rakirin. Ji dema komîteyên hevrêziyê yên di navbera hêzên demokratîk û opozîsyonê de pêk hatine di salên 2003 - 2004, piştre di di daxuyaniya “Ragihandina Dîmeşqê” de. Îro jî bi biryara nvdewletî ya (2254) û daxuyaniya Riyaz 2 a opozîsyona Sûriyê, bi zelalî dibêjin Sûriyê welatekî gelek netew e û divê doza Kurdî çareser bibe û mikur li mafên wê were kirin.
Got jî: Rêjîma Sûriyê ya heta niha siyasetên şovînî li serê Kurd meşandine. Heger niha van daxuyaniyan dide ji bo bazarê pê bi hin aliyan re bike, ev yek nayê qebûlkirin. Serokê Sûriyê bi vê daxuyaniya xwe, krîza ku tê de ye, hîn aloztir dike
S.B
K24