top of page

Efrîn- Rewşenbîran bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir


Îro roja çarşemê 27.05.2020an 100 kesayetî, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên kurd daxuyaniyek bi navê “Efrîn Qîrîna Zeytûnê” belav kirin, tê de piştevaniya xwe bo destpêşxeriya hewlên yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û daxwaz ji partiyên kurdî kirin bi yekitiyê li hemberî qirkirina Efrînê helwest rawestin û çarenivîsa Efrînê û rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin bibinin.

Banga Qîrîna Zeytûnê wiha ye:

Dagîrkirina Efrînê derbasî sala sêyem bû, bê tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike. Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçkirin li kampên penaberî, gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûrî yên din şerpeze ne, herweha lêtengkirin li serê şêniyên Efrînê yên di hundirî herêmê de mane, berdewam dike da ku wan jî koçber bikin û ji malên wan derxînin. Tê zanîn ku hikûmeta Enqerê girûpên çeteyan yên pê şer kirine, bi talankirina Efrînê xelat kirine, wan jî hemî kerb û kîna xwe lê saxkirin, gîşt pileyekê ku Efrîn weke devereke derve hemî zagon û nirxan bûye. Lê reftarê girûpên pêxwas desthilatdar e, ku kuştinê belav dikin û pir caran jî xwe bi xwe, li ser parên dizî û talanê şerê hevdu dikin.

Dengên ji hundir derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de reha bikin, tiştê ku li wir diqewime cînosayd û dawîhanîna hebûnê ye, ango hemî rengên binpêkirin û zêdegaviyan tê bikaranîn, ji tawankariyên kuştinê, revandin, girtina bi zorê, xwestina fidiyeyan, bi ser de jî kesek nizane çi li baregehên ewlehî û girtîgehên taybet diqewime. Gelek tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin, û êdî nema şêniyên deverê yên resen bi aramiyê hest bikin ne li kolanan û ne jî li malan, û bi awayekî bê rawestan desteserkirin û qewitandina xwediyên xaniyan berdewam dikin.

Li jêr destê dagîrkeriyê de, dîmenê cendekekî li çolê, kesek di mala xwe de hatibe kuştin yan serjêkirin, mêr yan jin be, bi awayekî normal derbas dibe, herweha bûyerên derîşikandina malan bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye diyarde. Li Efrînê, şivanên niştedagîr bi ser xwediyên zeviyan ên navsal de diqêrin û dibêjin: “ev zevî milkê meye… divê tu jê derkevî”, lê gava ew li ber xwe dide, tê şehîdkirin weke gelek navsalên din, ji ber wê hêja ye em bibîrbînin ku armancgirtina kalûpîran, armanckirina dawîtirî xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybetmendiya Efrînê ve ye.

Tiştê ku li Efrînê diqewime cînosaydeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin. Turkkirina deverê bi rêya sepandina zimanê turkî tê kirin, herweha bawerî û gerdişên cuda tên çandin û ji aliyekî din ve îslamkirin di metiryalên xwendinê de, li gor rêbaza rêxistina Îxwan El-muslimîn tê ferzkirin, di vî warî de mezelên olî, goristanên musilman û Êzdiyan serûber, bi tawanên kafirkirin û bêolderxistinê tên herifandin û dizîn.

Guhertina demogirafî, ne encama dagîrkirinê ye, lê ev piroje yek ji armancên herî sereke yên dagîrkirinê ye, tê xwestin bi rêya koçkirinê re dever ji şêniyên wê were valakirin, û yek ji nîşanên wê ew bû , gava ku asta êrîşên ser herêmê gur dibûn ala Tirkiyê li ser dezgeh û avahiyên fermî hat bilindkirin û dagîrkirin hat ragihandin, û ji hinge ve, roj bi roj demogirafiya herêmê tê guhertin, ango niştedagîran bi hejmarên zêdetir tînin deverê û di malên şêniyên deverê yên resen de tên niştecîkirin, û ewên ku di malên xwe de mane jî, jê tê xwestin ku kirêya malên xwe bidin çekdaran!

Ji debara jiyanê, heroj pilana lêtengkirin, perîşankirin û birçîkirina bi mebest, berdewam dikin, ev pilan jî di rêya sepandina vêrgî, tehsîldariyên ne dadmend, desteserkirina malûmilkan, hilkirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş ji daristanan re tê cîbicîkirin, herweha av ji bendava Meydankê bo wîlayeta Rêhaniyê tê dizîn.

Hikûmeta Enqerê di dema standina biryara şer de, ne tenê amadebaşiyên leşkerî hazir kiribûn, lê wê nexşeyên pêşwext bi gir û cîgehên şûnwarî jî amadekiribûn û bi taybet ewên tê pêşbînkirin ku gewher û terwendeyên dîrokî tê de hene. Li jêr bin destê dagîrkeriyê, pêvajoyên sîstematîk bo kolan û vekolana li dehên cîgehên dîrokî berdewam dikin, û jê parşeyên şûnwarî û antîka hatin derxistin û bo Tirkiyê hatin şandin. Bê guman ev gav bi mebesta jinavbirina nasnameya dîrokî û çandî ya deverê ne.

Efrîn dozeke piralî ye, lê yê herî li pêş, aliyê wê yê netewî ye, wê lomê barekî dîrokî bi awayekî yekser dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milên partî, hêz û kesayetên Kurd ên xwedî bandor, û ji wan tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya cînosaydkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin û birîna wê ya ku ji bêtirî du salan de xwîn jê diherike derman bikin.

Em weke kesayetên rewşenbîrî û akademîsyan ên ku îmaza xwe dane ser vê bangewaziyê, li ser navên xwe herweha li ser navên bi hezaran kesên ku têkilî bi me re kirine, ewên ku niha li hundirî Efrînê, li kampên Şehba û bajarên din dimînin, û ji ber ku baweriya me heye, doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike, ango tê naskirin ku doza Efrînê beşeke ji doseya Kurdî di nav pêngava çareserkirina kirîza Sûrî de, wê lomê, em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye, û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin.

Îro, ji hemî hêzên kurdî yên siyasî, rewşenbiran, şarezayên zanistî, xwediyên pênûsên azad bi rengên xwe yên ramanî, tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hudnir û kampanên penaberî û koçberiyê de, helwesteke rijd û zelal bidin, ji çarçova gotarên têyorîk derkevin, û bersiva pirsên şêniyên Efrînê li ser çarenivîsa deverê, bi awayekî yekser bidin, rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin dîtin, herweha çareyek ji êşa şêniyan re bê danîn, ji xwe van hêzên siyasî, ev erk û stûbariya hildane milên xwe û xwe wek nûnerên gelê Kurd didin naskirin, loma behaneyên paşxistinê nema tên pejirandin, herweha bi carekê netê qebûlkirin doza Efrîn dakeve meydana bazarê.

Herweha em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, herweha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe, herweha divê çarenivîsa bi hezaran kesên binçavkirî were aşkerekirin, kar li ser azadkirina girtiyan were kirin, hemî tawankar werin sizakirin û malbatên qurbaniyan werin qerbokirin.

Anjêla Reşo – Dermansaz

Aslan Mamo – Şêwekar

Axîn Welat – Helbestvan

Bediredîn Bîlal – Dadwer û Şêwirmend

Bêrîvan Hemûş – Şêwekar

Çeleng Omer – Akademîsyan û Aborînas

Cemîl Reşîd – Nivîskar û Rojnamevan

Dildar Mîtanî – Lêkolîner û Belgekerê Arşîva Dîjîtal

Ebdîn Mustefa – Şêwekar

Ebdulla Mihemed – Doktor di Zanîngeha Nant de

Ebdulla Şikakî – Nivîskar û Lêkolînerê Dîrokê

Ebdulqadir Hesko – Bijîşik

Ebdulrehman Hacî Osman – Rêvebirê Malpera Tîrêj Efrîn

Dr. Ednan Îbiş – Doktora di Bîrkarî de

Ehmed Hesen Ekaş – Rojnamevan

Ehmed Qitmê – Rojnamevan

Ehmed Yûsiv – Akademîsyan – Doktora di Geşkirina Aborî de

Ekrem Nesan – Bijîşikê Şareza di Bijîşikiya Rewşên Awarte de

Elî Îso – Rêvebirê Saziya Êzdîna ya Rojnamevan û Hiqûqî

Emîne Ala – Mafnas

Emîne Misto – Rojnamevan

Faek Minela Elî – Akademîsyan – Doktora di Aborî de

Ferhad Nesan – Bijîşik

Fexrî Ebdo – Bijîşik

Fîras Mehmeûd – Aktor û Şanoger

Gulê Xezal – Endezyar

Gulistan Sîdo – Akademîsyan – Berpirsa Têkiliyan di Zanîngeha Rojava de

Hemrîn Hebeş – Çalakvana Belgekirin û Wergerandinê

Henîf Hemo – Şêwekar

Hêvîn Hiso – Helbestvan

Heyder Omer – Rexneger û Lêkolîner di Wêjeya Kurdî de

Hikmet Cemîl (Bangîn) – Hunermend û Dengbêj

Hozan Ebdo – Derhênerê Sînemayê

Hozan Efrînî – Nivîskar û Rojnamevan

Husên Hebeş – Helbestvan

Husên Norlo Naso – Parêzer û Siyasetmedar

Ibrahîm Şêxo – Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê

Îdrîs Mamed – Romannivîs

Îmad Şêx Hesen – Parêzer – Navenda Lêkolîn ya Xwndinên Qanûnî

Kamîran Elî – Parêzer

Kemal Ehmed – Nivîskar û Lêkolîner

Kemal Sîdo – Berpirsê Rojhilata Navîn – Rêxistina Parastina Gelên Jêr Gefê

Leyla Alturk – Çaksazkera Şûnwaran

Mamed Cimo – Akademîsyan – Doktora di Zimanên Rojhilatî de

Meha Hesen – Nivîskar

Mehmeûd Keleş – Lêkolîner di Ola Êzîdî de

Mehmûd Çeqmaqî – Helbestvan û Sînemavan

Memdûh Tobal – Endezyar

Menan Cefer – Mamosteyê Zanîngeha Rojava

Merwa Birîm – Nivîskar û Helbestvan

Merwan Berekat – Lêkolîner û Romannivîn

Mihemed Bilko – Hunermend

Mihemed Bilo – Rojnamevan

Mihemed Hebeş – Rojnamevan

Mihemed Hemo – Navîskar û Helbestvan

Mihemed Şerîf – Rojnamevan

Mihemed Xelîl – Endezyarê Kîmawî

Mihemed Zada – Helbestvan

Mihemed Zeyno – Nivîskar – Doktora di Civaknasî de

Mihyedîn Arsilan – Şanoger û Derhênerê Sînemayê

Mîtra Yûsiv – Hunermend

Mustefa Şan Nebo – Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê

Newroz Reşo – Rojnamevan

Nîhad Alturk – Şêwekar

Nûrî Şêx Qenber – Bijîşik

Nûristan Memo – Akademîsyan – Doktora Di Kîmya de

Pîr Rustem – Nivîskar

Pîr Şemo – Lêkolînerê Civaka Êzîdî

Rewan Cûmî – Master di Şûnwarnasî de

Rifet Zuhêr Al Emo – Şareza di Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navdewletî de

Rîma Berekat – Mafnas

Robar Îbiş – Mafnas

Rohan Mustefa – Akademîsyan – Hevseroka Zanîngeha Rojava

Rûken Ekaş – Hunermend

Sebrî Hesen – Mamosteyê Zanîngehê

Selah Beyram – Hunermend

Selah Sîno – Şarezayê Şûnwar û Mûzxaneyan

Selah Yûsiv – Helbestvan

Selam Husên – Nivîskar

Şêxo Bilo – Mafnas

Seydo Hemo – Bijîşik

Tara Îbo – Nivîskar û Helbestvan

Temoz Şemalî – Nivîskar

Welat Efrînî – Nivîskar û Rojnameger

Welîd Bekir – Lêkolîner û Mamosteyê Zimanê Kurdî

Xelîl Xemgîn – Hunermend û Dengbêj

Yûsiv Bekir – Şêwekar

Zekeriya Efrînî – Helbestvan

Zinar Ala – Rojnamevan

Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

BasNews

bottom of page