top of page

Ebdullah Gul: Pirsan Kurd bûye pirseke nêvdewltî


Ebdullah Gul ragehand, pirsa Kurd sinûr burandîye bûye pirseka nêvdewletî.

Ebdullah Gul, serokê Komara Tirkiya yê Berê,  rexne li sîstema Tirkiyê girt û ragehand, sîstema serokatîyê li gel civaka Tirkiyê nagunce û û piştî peyrewkirina evê sîstemê tevaya arîşeyan mezintir bûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, pirsa Kurd arîşeya bingehîya Tirkiyê ye û heke ev pirs çareser nebe; Tirkiye ji arîşeyan rizgar babe. Kurd di cugrafîya çar welatan de ne û piranîya wan li Tirkiyê ne û çalakin

Amaje bi wê yekê jî dike, ku Kurdên Tirkiyê têkelbûne li gel Civaka Tirkiyê û cudakirina wan pir zehmete.

Li gor bawerîya Ebdullah Gul, çareserkirina pirsa Kurd bi bexşîna mafên wekhevî, danana destûreka nû û îtirafkirin bi mafên wan dibe. Heke mafên Kurd misoger bibe; wê demê Tirkya dikare arîşeyên xwe yên derve bi sanahî çareser bike.

K24

bottom of page