top of page

Dr. Saman Berzincî:Me hemû tedbîrên vîrusa koronayê standine


Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistana Dr. Saman Berzincî derbarê amadekariyên hikûmeta Herêma Kurdistana  bo pêşîgirtina li vîrusa korona axivî û da zanîn ku li herêmê li hemî derwaze û firokxanan amadekariyên baş hatine kirin.

Saman dibêje, li firokxanan 2 amêr hatine danan yek ji wan, ji dûr ve pila germiya mirov destnîşan dike û ya din, bi dest kesên geştiyar û tên herêmê, tên kontrolkirin.

Dr. Saman Berzincî ji VOAyê ra axuvî û da zanîn, ku li gur biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, wan welatiyên Çînî bo hatina nav axa Herêma Kurdsitanê ragirtine û welatiyên Çînê bo demek destnîşankirî nabe bihên Herêma Kurdistanê.

Derbarê rewşa nexweşxaneyên li herêmê û amadekarîyan, dixtor Saman dibêje, li hemû nexweşxanan li Silêmanî, Hewlêr û Duhok amadekariyên baş hene û navendên taybet hatine amade kirin bo têstên virusa korona, lê heta niha başe kesekî nîşanên vîrusê li cem diyar nebûne, û kesek helgirê vîrusa Korona li herêmê ne hatîye tomar kirin.

BasNews

bottom of page