top of page

Dozeke nû li dijî Demîrtaş hat vekirin


Ji ber axaftinên heşt sal berê, bi tometa bangeşeya Terorê derbarê Selahedîn Demîrtaş de, dozeke nû hat vekirin.

Axaftinên Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, di kongreyên berê yên BDP û HDPê de, piştî heşt salan wek tawan hatin dîtin. Demîrtaş her weha ji ber hevpeyvîna bi rojnameya Almanî û wêneya li Qendîlê girtiye jî bi bangeşeya terorê tê tometbarkirin.

Dozname ji aliyê Dadgeha Enqereyê ve hat qebûlkirin û Demîrtaş pênc caran bi bangeşeya rêxistina terorê tê tometbarkirin. Bikaranîna peyvên "Kurdistan, barimteyên siyasî, Şoreşa Rojava, Birêz Ocalan û Gelê Kurd", wek bangeşeya terorê hatine nîşandan.

Hevserokê berê yê HSDê Selahatîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di zîndanê de girtî ye. Dadgeha Stenbolê jî cezayeke Demîrtaşî ya 4 sal û 8 mehan pesend kiribû.

K24

S. B

bottom of page