top of page

Diyarbekir- 2 zarok di bin kavilên xaniyekî de mirin


Li navçeya Çinarê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê xaniyê malbatekê bi ser wan de hilweşiya û di encamê 2 zarokên malbatê mirin.

Ligor ajansên medyaya Bakurê Kurdistanê belav kirine li gundê Bare ya navçeya Çinara Diyarnbekirê, xaniyê kerpîçî yê malbatekê ku di wî xaniyî de 10 kes hebûn derengê şevê dema malbat di xew deye bi ser wan de tê xwarê.  Herwiha 8 zarok ligel dayîk û bavên xwe dibin hilweşandinê de mane.

Şêniyên gund 10 endamên malbatê ji bin kavilên xênî derxistine û bi hatina tîmên tendirustiyê re ew bo nexweşxaneya Çinarê û yên Diyarbekirê hatine veguhestin.

Ligor zanyariyan zarokên malbatê keça bi navê Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî li nexweşxaneyan koça dawî kirine û tedawiya endamên din ê malbatê berdewam dike.

Ligor şahidên bûyerê xaniyê kerpîç malbatê ji ber barîna barana zêde zirareke zêde dîtibû û ji ber wê çendê hilweşiya be.

BasNews

bottom of page