top of page

Di heyama salekê de herî kêm 66 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin


Di heyama salekê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 66 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin û bi dehan kolber jî hatin birîndarkirin.

Malpera Hengaw ragihandiye, ji Newroza par ve heta Newroza îsal, 66 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 171 kolber jî hatine birîndarkirin.

Li gorî agahiyên Hengawê, di nav wan kolberan de temenê 8 kesan ji 18 salan kêmtir bû.

Li gorî wê amarê, hejmara kolberên kuştî û birîndar li Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:

*Li Ormiyê 38 kolber hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne

*Li Sine 21 kolber hatine kuştin û 36 kolber jî birîndar bûne

*Li Kirmaşanê 7 kolber hatine kuştin û 24 kolber jî birîndar bûne

BasNews

bottom of page