top of page

Di encama şerê Tirkiyê û PKKê de kur û bavek li Amêdiyê şehîd bûn


Di encama şerê navbera Tirkiyê û PKKê de li sînorê herêma Kurdistanê, îro 30.05.2020ê li wargeha Hêtûtê ya sînorê nahyeya Dêrelûk a ser bi qeza Amêdiyê, kur û bavek şehîd bûn.

Rêveberê nahya Dêrelûkê Samî Uşane ji BasNewsê re ragehand, balefirên şer ên Tirkiyê pişt çiyayê Hindavî yê li wargeha Hêtûtê bombebaran kirin û di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ew jî kurek û bavê xwe ne.

Herwaha diyar kir ew kesane bi armanca kar kirina nav rez û baxên xwe çûne deverê, lê bûne qurbana şerê navbera Tirkiyê û PKKê û ragehand: ‘’Hemwelatiyê navê wî Seyîd Celal Nêrweyî temenê wî 60 sal bû, kurê wî jî navê wî Ehmed bû û temenê wî jî 30 sal bû di bombebaranê de şehîd bûn û heta naha jî termên wan li cîhê bûyerê ne û hîn nehatine anîn. Lê hin kesûkarên wan bo veguhestina termên wan çûne cîhê bombebaranê.’’

Ji ber çekdarên PKKê dest li ser hin navçeyên sînorê herêma Kurdistanê de girtine, Tirkiye berdewam êrîşên esmanî li ser wan navçeyan pêktîne û ji ber wê jî hemwelatiyên sivîl ên herêma Kurdsitanê derveyî ziyanên madî, ji destdana gund, rez û baxên xwe, ziyanên canî jî dibînin û dibin qurbaniyên wî şerî jî.

BasNews

bottom of page