top of page

Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de 5 gerîllayan canê xwe ji dest dan


Şeva derbasbûyî li bajarokê Mawet ê ser ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, firokeyên Tirkiyê otomobîleke gerîllayên PKKê kir armanc û nexweşxaneya Mawet jî hat wêrankirin.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Mawet Kameran Hesen ji Rûdawê re got: “Demjimêr nêzîkê 12ê şeva borî li gundê Sefre ser bi Şarbajêr, firokeyên Tirkiyê du mûşek avêtin otomobîleke gerîlayên PKKê ku di nêzîkê gund re derbas dibû, mûşekek li otomobîlê ket ku 5 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê têde bûn û her pênc şehîd bûn.”

Qeymeqamê Mawet da zanîn ku mûşeka din jî li nexweşxaneya gund ketiye û got: “Nexweşxane wêran bûye, lê ya baş ew bû ti nexweş û karmendên tendirûstiyê di nav nexweşxaneyê de nebûn, zerara maddî gehiştiye çend malan jî.”

Li gor Kameran Hesen, ji sala 2017an ve firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî wê navçeyê bombebaran dikin, lê ev cara yekem e li wî sînorî gundek were bombebaran kirin, ji ber zêdetir quntara Çiyayê Asos bordûman kirine.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Asosayê di encama êrişeke asamnî ya artêşa wî welatî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi bi wasiteyên keşf û çavdêriyê cihê wan gerîlayên PKKê hatibûn tesbîtkirin.

Derbarê bûyerê de heta niha ji aliyên PKKê ve ti daxuyanike nehate dayîn.

RÛDAW

bottom of page