Dewleta Tirkiye û nêzîkahiya beramber zimanê Kurdî

Dîroka Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê, beşeke girîng ya dîroka netewê Kurd e. Komara Tirkiye li ser bingeha netewdewleta Tirk hat damezrandin û hember Kurd û Kurdî şer ragihand.
Hê sala 1924, derveyî zimanê Tirkî hemû dibistan û fêrgeh hatin girtin. Pişti şikandina serhildanan axaftina nav gel jî ya kurdî hat qedexekirin.
Sala 1960, diyar bû ku, pir kêm be jî dilê Kurdî lê dide û 49 xwendekarên Kurd, ji ber xebatên kurdî hatin zîndanîkirin.
Sala 1991, qedexe di meydanan de hatin binpêkirin. Leyla Zana 1991 di sondxwarina parlamenteriyê de peyama xwe bi kurdî da. Lê dewlet pir tund nêzîk bû û hejmarek parlementer deh sal di zîndanê de hîştin.
Di yasayê de nebe jî tundiya li ser zimanê Kurdî hat şikestin û hin rojname hatin weşandin.
Sala 2004 Qursên zimanê Kurdî hatin vekirin li jiber barê aborî hatin girtin. Piştî ku Kurdan karî şaredarên xwe hilbijêrin, di şaredariyan de xebat li ser zimanê Kurdî hat kirin.
Lê sala 2007 Ebdula Demîrbaş ji ber projeya "Şaredariya Pirzimanî" ji kar hate dûrxistin
Piştre du tabela hatin daleqandin bi kurdi û tirkî hin deveran jî Suryanî.
Vebûna TRT Kurdî, di asta nêzîkatiya dewlet û hikûmetê de gaveke girîng bû ku heta niha berdewam dike.
Lê heman TRT ji ber ku Ehmed Turk, di civîna Fraksiyona partiya xwe de bi kurdî axivî, weşana xwe birî.
TRT Kurdî hîşt ku di zanîngehan de beşên Kurdî vebin ku niha di hin zanîngehan de perwerdeya zimanê Kurdî bi fermî heye.
Hê jî di parlamentoya Tirkiyeyê de axaftinên bi zimanê Kurdî wek, Zimanê nayê zanîn, zimanê X tê tomarkirin. Gelek caran jî nîqaş û tevliheviyên mezin li ser peyvên Kurdî û Kurdistanê rû didin.
Hê beriya du rojan, ji ber ku zimanê Kurdî fêrî zarokan kirine, Hevserokên DÎSA-DER û hînkar ku pênc meh di zîndanê de hatin hîştin, bi hinceta endamtiya Rêxistina terorê.
Li gor Netewên Yekgirtî, li Tirkiyeyê 15 ziman di bin gefa tunebûnê de ne ku yek ji wan jî zaravaya Zazakî ya Kurdî ye.
Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiye dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerde ji dibistanên seratayî heta zanîngehan û li gel Tirkî bibe zimanê duyemîn yê fermî.
C.B
K24