Demek nêzîk de 2 milyon dînar alîkarî li ser rizgarbûyên êzdî dê bê belav kirin

Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî diyar kir, her rizgarbûyekî êzdî dê du milyon dînar wek alîkarî vergire. Dê demekî nêzîk de dest bi belav kirina wê alîkariya 2 milyon dînaran li ser hejmarek revandiyên êzdî de bê kirin.
Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî Husên Koro Qaîdî ji BasNewsê re ragehand, ku li jenosoîda Şingalê 6 hezar û 417 kesên êzdî hatin girtin û revandin. Her ji destpêkê heta naha 3 hezar û 528 kes rizgarbûn û ji wan jî 1.199 kes jin bûn û yên din jî zilam û zarok bûn. Heta naha 2.900 revandiyên êzdî destê terorîstên DAIŞê de mane. Hemû kesên ji dest terorîstên DAIŞê rizgarbûne heta naha tenê 850 rizgarbûyan alîkarî vergirtiye. Li gor merc û rênmayiyên wezareta koç û koçberên Iraqê.’’
Herwaha got: ‘’Naha jî razîbûn hatiye kirin bo belav kirina qonaxeke din ya alîkariya du milyon dînaran li ser rizgarbûyan. Em li bendê ne demekî nêzîk de destpê bike.’’
BasNews