top of page

Daxuyaniya Baroya Amedê: Komkujîya Helebçe jenosîda li dijî gelê Kurd e


Baroya Amedê bi boneya 32emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de ragihand, li gorî peymanên navneteweyî ev komkujî jenosîd e.

Peyama Baroya Amedê wiha ye:

Ji çapemenî û raya giştî re. 32 sal berê, di rojek wek îroj de, li ber çavên hemû cîhaniyan bi bombeyên kîmyevî, li bajarê Helebçê qetliamek rûda. Ji her temenî 5.000 hezar Kurd bi destê Seddam Hiseyîn û rejima destbixwîn ya Beesê ve hatin qetilkirin.

Miletê kurd, ku ji bo xireta xwe ya neteweyî ditekoşê, êşa bi dehan komkujiyan, bi hovîtiya Helebçê di kûrahiya dilê xwe de jiya.

Helebçe jî, wek Nagazakî û Hîroşîmayê, rûreşiya tevahiya mirovatiyê ye ku di dîrokê de cîhê xwe girtiyê. Baweriya me ewe ku, wujdana mirovahiyê wê Helebçê ji bîr ve neke. Bê guman em wek miletê Kurd, Halebçê ji bir ve nakin û nadin ji bir ve kirin.

Seddam Hiseyîn û hinek rêvebirên rejima Bees, wek berpirsên Helebçê û Enfalan hesabê kiryarên xwe dan. Mixabin, rûdana rejima Bees, hesabdayina rêvebirên destbixwîn yê vê rejimê, êşa miletê me nesekinandî ye. Komkujîya Helebçê, bi coş û kelecan pîrozbahiya Newrozê nîvce kirîye. Ew roj heta îroj, miletê Kurd Newrozê di hembêza Helebçê de pîroz dike.

Em dizanin ku bersucên vê komkujîyê ne tenê seddam huseyin e. Di serî de dewletên herêmî, Yekîtîya Ewropa, Rusya, Emrîka û hemû hêzên navneteweyî berpisyarên ve komkujîyê ne.

Li gorî benda 2 ya Peymana 1948 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jibo Pêşîgirtin û Cezakirina Sûcê Jenosîdê;

“Ji bo tunekirina komeke neteweyî,nîjadî an jî olî; bi hûrgilî an bi tevahî bi armanca ji holê rakirinê ve bên kuştin, zirara fîzîkî an derûnî be dayîn, bi armanca hebûna wî ya laşî bi tevahî têk bibe şert û mercên jiyana wî bi qesti bê guhertin…” û hw. sûcê qirkirina jenosîdê pêk tîne.

Bê guman, li gorî peymanên navneteweyî ev komkujî jenosîd e.

Em wekî Baroya Amedê 32 sal piştî jenosîd li dijî gellê kurd, dibêjin ku;

Me komkujîya Helepçeyê ji bîr nekirîye, emê ji bîr nekin û emê nedin jibîrkirin.

Em bang li dewletên herêmî, li Tirkiyê, Yekîtîya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û li hemû saziyên nav neteweyî dikin û dibêjin jenosîd a li dijî gellê kurd li gora peymanên navneteweyî were qebûl kirin.

BasNews

bottom of page